Mekteb a Sîyasî ya YNKyê dê bicive

Biryare evro piştî nîvro rêkevtê 29/3/2019 Mekteb a Sîysî ya YNKyê li bajar ê Hewlêr kom bibe.

K24- Silêmanî

Biryare evro piştî nîvro rêkevtê 29/3/2019 Mekteb a Sîysî ya YNKyê li bajar ê Hewlêr kom bibe.

Çavkanîyekî ji Mekteb a Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi Kurdistan24ê ragehand: Evro piştî nîvro Mekteb a Sîyasî ya YNKyê li Hewlêrê dê bicive.

Civîn a Mekteb a Sîyasî ya YNKyê di demekê deye ku roj a 27/3/2019 şandek a Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê(PDK) li gel berpirs ên YNKyê civîya bû, lê ti rêkkevtinek di naveber a wan nehat ragehandin li  ser pêkanîn a hikumet a nû ya Herêm a Kurdistanê.

Duhî, pêncşembîyê, Ûmêd Xoşnaw, serok ê Firakisyon a PDKyê li perleman a Kurdistanê, di kongireyek a rojnamevanî de got: Êdî PDK karakirin a serokatî ya Herêm û pêkhînan a hikumetê gîro nake, lew Em hêvîdarîn rêkkevtin a li gel YNKyê demek a dirêj nevekêşe.