Bi eger a PKKyê û topbaran a Turkîyayê, xelk ên Şêladizê nekarin vegerrin gundên xwe
Hevwelatî yên dever ên Nêrwe, Rêkan û Doskî ya Jorî li sinûr ê nahye ya Şêladizê bê behir bûne ji gîya û deramet ên beharê çunku gund ên wan dikevin wan dever ên rojane dihên bomebebarankirin bi bîyanû ya hebûn a PKKyê li wan deveran. Xelk ên wê deverê tim daxwaz ji PKKyê dikin ku şerr ê xwe ji dever ên wan dûr bikin.
K24- Şêladizê

Di despêkê de em çoyîn nav navend a bajarê Şêladazê, ku di werz a beharê de jîyan a gelek xelkê li ser deramet û gîya yên beharê ye, lê ev sale û bi eger a hebûn a PKKyê û bombebarankirin a gund ên wan ji alîyê Turkîayê ve, xelk ên wan gundan nekarin vegerin war ên xwe.
Welatî, Arif Mîkayîl: dibêje: ji bilî zîyan a maddî ya ber wan kevtîye, welatî bêzarbûne û daxwazê ji PKKyê û Turkîyayê dikin şerr û nakokî yên xwe ji dever ên wan biderxînin.
Welatî Ebdullah Elî, dibêje: Bazarr ê Şêladizê berniyase bi hebûna hemû cor ên gîyayî yên beharê. Rojen jî rêjeyek a mezin a gîyay ji alî yên wan gundîyan dihat evî bazarrî. Xelk jî ji hemû deveran qest avir dikirin bo kirrîn a gîyay; lê ev sal lawazîyek a berçav heye ji alîyê hebûn a wan cor ên gîyay.
Welatî Ûmêd,kukerî jî, dibêje: Hatûçûn a welatî yên 80% ji gund ên Nêrwe, Rêkan û Doskî ya Jorî bi nav Gelî ya Balinda re dibûhire; ji bo paraztin a can ê hevwelatîyan jî ji hêriş ên firoke yên Turkîyayê ev rê hatîye sinûrdarkirin.