Efrîn: 9 Rêvebir û Mamosteyên Kurd hatin girtin
Polîsên Leşkerî li bajarê Efrînê 9 rêvebir û mamosteyên Kurd girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîsên Leşkerî li bajarê Efrînê 9 rêvebir û mamosteyên Kurd girtin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, Polîsên Leşkerî yên bajarê Efrînê ku ser bi Opozisyona Sûriyê ve ne, rêvebirên dibistanên Salih el' Elî û Silêman el Helebî yên taxa Eşrefiyê yên bajarê Efrînê digel 7 mamosteyên wan her dû dibistanan girtin e, bêyî ku sedemê vê yekê eşkere bikin.
Polîsên Leşkerî yên bajarê Efrînê ku bi ser Artêşa Azad a Sûriyê ve ye, li ser destê Artêşa Tirkiyê hatiye avakirin û perwerdekirin.
C.B