Li Rihayê 6 rojan çalakî tên qedexekirin
Li bajarê Rihayê her cure çalakî û xwenîşandan heta 6 rojan hate qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Rihayê her cure çalakî û xwenîşandan heta 6 rojan hate qedexekirin.
Di derbarê mijarê de Parêzgeriya Rihayê ragihand, li navenda bajêr û hemû bajarokên Rihayê ji 1ê Nîsanê ve û heta 6ê Nîsanê her cure çalakî û xwenîşandanên wekî meş, daxûyaniya rojnamevanî û mîtîng hatine qedexekirin.
Li gorî biryarê, Komele û sazî û dezgehên fermî dervayî vê qedexeyê ne, lê divê ew jî berî 48 demjimêran di derbarê çalakiyên xwe de qeymeqamiya bajarokan û Parêzgeriya Rihayê agahdar bikin.
S. B