Helbûsî: Çareserkirina rewşa Kerkûkê bi hevhengiya Pêşmerge û hêzên Iraqê ve girêdayî ye

Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî careserkirina rewşa Kerkûkê bi pêkanîna hêzekê ji pêkhateyên bajêr û bi piştevaniya Pêşmerge û hêzên Iraqê ve girê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî careserkirina rewşa Kerkûkê bi pêkanîna hêzekê ji pêkhateyên bajêr û bi piştevaniya Pêşmerge û hêzên Iraqê ve girê dide.

Mihemed Helbûsî li Washingtonê di konferanseke rojnamevanî de bersiva pirseke peyamnêr K24ê da û ragihand, divê hevahengiya me û Herêma Kurdistanê berdewam be ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û pêwîstî dosya ewlehiyê ji bo hêzeke navxweyî ji pêkhateyên cuda ên bajêr bê dayîn.

Ragihand jî, divê ligel vê jî Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê piştevaniya Kerkûk û wê hêza nvxweyî bikin.

Helbûsî pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi baş dizane û dibêje: “Niha keşûhewaya siyasî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gelekî libar e û divê gavên kirdarî bên avêtin.”

Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî çend roj in li Amerîka ye û hejmarek dîdar û simînarên siyasî encam dane û daxwaz ji Washingtonê kir derfet sê salan bidin Iraqê heta ku bikare serbixwe bibe û pişta xwe ji bo kehrebe û enerjiyê ve bi Îranê ve girê nede.

  

S. B