Sindoqên 3 navçeyên Sêrtê bo cihên din hatin birin

Li bakurê Kurdistan li bajarê Sêrtê Sandiqên 3 navçeyan û 13 hêrêman bi helikopteran bo cihên din hatin veguhastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistan li bajarê Sêrtê Sandiqên 3 navçeyan û 13 hêrêman bi helikopteran bo cihên din hatin veguhastin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê bi armanca li Sêrtê li 3 navçeyan û 13 herêman ewlekarî nîn e, bi tevî erkdar û moran ji bo cihên din hatin veguhastin.

Fermandarî Cenderme ya Sêrtê da zanîn, ji bo ku hilbijartin di nav aramiyê de birêve biçe, wan sandiqên navçeyên Şirvan, Perwarî û Eruhê, bi rêya hewayê ji bo cihên ewle veguhastine.

Erkdararên sandiqan jî piştî hilbijartin bidawî bibe, hêzên ewlekariyê dê wan careke din veguhêzin navçeyên wan.

Di çarçova parastina sindoqan de, Komîsyona Hilbijartinê ya HDPê ragihandibû wan di çarçoveya ewlekariya hilbijartinê û parastina sindoqan de 120 hezar kes erkdar kirine.

Ji 120 hezar kesan, 60 hezar kes dê çavderiya sindoqan bikin, 59 hezar kes jî endamê lijneya sindoqan e. Çavdêrên hilbijartinê yên HDPê dê bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê kar bikin û hemû parlementerên HDPyê dê ji bo ewlekariya dengdayînê amade bin.

 

S. B