Jinên çekdarên Da'şê li kampan arîşeyan durist dikin

jinên çekdarên Da'şê yên ku li kampa holê dimînin şeran dirust dikin û hejmarek ji konên xwe û yên xelkê yên di wê kampê de dimînin şewtandine. Ew jin hêj xwediya hzira xwe ya tundrewin, jineke elmanî jî dibêje jibo jinên Îraqî û Sûrî derkevtina derveyi kampê çêdibe lê ji bo wan weke jnên biyanî qedexeye.

K24- Hewlêr

jinên çekdarên Da'şê yên ku li kampa holê  dimînin şeran dirust dikin û hejmarek ji konên  xwe û yên xelkê yên di wê kampê de dimînin şewtandine. Ew jin hêj xwediya hzira  xwe ya tundrewin, jineke elmanî jî dibêje jibo jinên Îraqî û Sûrî derkevtina derveyi kampê çêdibe lê ji bo wan weke jnên biyanî qedexeye.

jinên ku di vê dema dawî de hatîne pirsgrêkan çêdkin hejmarek ji konan şewtandine. Herweha li hejmarek a jinan jî dane. Ew kes ji aliyê jinên ku ev serê salekêye li wirin; nayên pêşwazî kirin. Ew jIn dest bi şewtandina xaneyên xwe û konên xwe kirinE, dIzî jî kirine, Em nizanin çima, birastî Em heyrîyi mane.

Yek ji wan jinan dibêjin: Sûrî û Îraqî ne  di nav Me de ne, bo wan çêdbe rajn mobaylan û biçn bazarê, û bigerin, lê bo ME çênabê, her tişit ji me standine mobayîl,  pere.

tevî nexweşiya ku derbas kirin di bin bombebarin û dorpêçê de, û nemana dewleta wan ya ku wan ji bo wê kar dikr,,  jinên çekdarên Da'şê hê dest ji hzira xwe ya tundrewyê neberdane...

Li kampa Holê ya ku jinên çekdarên Da'şê yên ku di vê dema dawî de gehane kampê,  pirsgrêkan çêdkin ji kesên ku zû ji Baẍoz derketibûn, hem konan dşewtînin hem jî qerbalixekî û şerekî bi destan  dirust dikin,,  di hizara wan di dewlata wan ya binavê Dewleta Îslamî maye û dê bimîne jî.. bi gotina jineke Elmanî ew ji rewşa  wan jnan ḧeyrî mane..

bi gotina  wê jina Elmanî, rê jIbo jInên çekdarên Da'şê yên îraqî û Sûriyê tê dan ku mobîlan rakin û ji kampê derkevin, lê ji bo wan derketin qedexeye..

li gor Rewangeha Sûrî ya mafên mirovî, 6380 ji jin û zarokên çekdarên Da'şê ku ji 46 welatane, li cem HSD di kampan de dmînin, herweha bêtir ji 1800 çekdarên Da'şê jî li cem HSD grtîne,  û tevî bangên HSDyê heweha Emerîkayê jibo veguhestina wan kesan bo welatên wan yên resen lê hêj jî ti çare ji rewşa wan re ne hatiye dîtin.