Di taxên qedexe yên Sûrê de jî deng hatin bikaranîn
Li Diyarbekirê yek ji navendek balkêş a pêvajoya dengdayînê taxên qedexe yên navçeya Sûrê bû ku dengdêrên taxên qedexe di dibistaneke nû hatî avakirin de dengên xwe bi kar anîn û bang kirin ku piştî hilbijartinan ew dixwazin taxên qedexe vebin û vegerin malên xwe.
K24- Amed
Li Diyarbekirê yek ji navendek balkêş a pêvajoya dengdayînê taxên qedexe yên navçeya Sûrê bû ku dengdêrên taxên qedexe di dibistaneke nû hatî avakirin de dengên xwe bi kar anîn û bang kirin ku piştî hilbijartinan ew dixwazin taxên qedexe vebin û vegerin malên xwe.
Li Diyarbekirê pêvajoya dengdêyînê hilbijartinên herêmî demjimêr 07.00ê dest pê kir û xelkê berê xwe dan sindoqên dengdayînê. Di pêvajoya dengdayînê ya Diyarbekir de jî navendeke balkêş hebû ku bo dengdêrên taxên qedexe yên Sûra Diyarbekir dibistaneke nû hatibû avakirin û di vê dibistanê de bo 3 hezar û 500 dengdêrên taxên qedexe 9 sindoq hatibûn danîn. Yek ji namzetên taxa qedexe ya Sûrê Taxa Cemal Yazici, Koçero Yilmaz dibêje pêvajoya bangeşiyê ji bo wî gelek zehmet bû.
Koçero Yilmaz- Namzeta Muxtariyetê Yê Taxa Qedexe-, dibêje:"Min di dema bangeşiyê de bi rêya telefonê bi dengdêran re têkilî danî carcaran jî ez çûm malên dengdêran, bi rastî ji bo min pêvajoyeke zehmet bû. Em dixwazin êdî ev qedexe rabin."
Dengdêrên taxên qedexe yên navçeya Sûrê ji ber li navçeyên din ên Diyarbekirê belav bibûn tevî hemû astengiyan dîsa jî berê xwe dan navenda dengdayînê û dengên xwe bi kar anîn. Dengdêrên taxên qedexe amaje kirin ku ew dixwazin di demeke nêzîk de vegerin taxên xwe.
Dengdêr: "Mala min ji vir dûr e lê dîsa jî ez hatim denge xwe bidim. 3 salin ez ji taxa xwe derketima rewşa me nebaşe."
Dengdêr: " Em ji malên xwe derketin bi kuçe û kolanan ketin. Em perîşanin. Em dixwazin vegerin malên xwe."
Dengdêr: "Bila êdî ev qedexe rabe. Ez çume navçeya rezan dimînim. Êdî debara me nabe. Em di kire de ne. Em dixwazin vegerin ser mal û warê xwe."
Li Diyarbekirê li 6 taxên Sûrê ya Diyarbekirê qedexe didomîn û 3 hezar malbat ji van taxan bi neçarî derketîbûn. Namzetên muxtariyetê yên taxên qedexe jî didin zanîn ku tê çaverêkirin heta dawiya sala 2019ê qedexeya ser taxan were rakirin.