14. Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê tê vekirin

Roja Çarşemê 3 Nîsanê 14emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê vekirin û 10 rojan berderam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja Çarşemê 3 Nîsanê 14emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê vekirin û 10 rojan berderam dike.

Amadekariyên vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bidawî bûne. Cudahiya pêşangeha îsal ji ya sala bûrî ew e, îsal mezintir dibe û nêzîkî 300 weşanxane tê de beşdar dibin.

Rêvebirê Kargêr ê Pêşangehê Herdî Omer ji K24ê re ragihand, ji 3 ta 13ê meha Nîsanê 14emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê tê vekirin û 300 weşanxane ji 21 welatên cuda tê de beşdar dibin.

Got jî: 50 dezgehên biyanî, 200 dezgehên Erebî û 40 dezgehên Kurdî tê de beşdar dibin. Rojane hejmarek ji çalakiyan di pêşangehê de birêve diçin û 100 rewşenbîrên navxweyî û derveyî welêt tê de beşdar dibin.

Diyar kir jî, pêşangeh rengereng dibe û nêzîkî 1 milyon pirtûk tên numayişkirin. Herwiha pirtûkên bîr û baweriya tundrewiyê tê de hebin jî, hatine qedexekirin.

 

S. B