Bi wêne.. Lehî gefê li sê tax în bajrok a Pirdê dike
Li bajarok a Pirdê , ser bi parêzgeh a Kerkukê ve, bi eger a bilindbûn a ast a av a zê ya biçûk , metirsî li ser pirek û sê taxan heye.
K24- Hewlêr
Li bajarok a Pirdê , ser bi parêzgeh a Kerkukê ve, bi eger a bilindbûn a ast a av a zê ya biçûk , metirsî li ser pirek û sê taxan heye.
Hevdem alî yên peywenddar hoşdarî dayîne hevwelatî yên sê tax ên wî bajarokî û berjenge ew sê tax bihên valakirin.
Bilindbûn a ava Zêy piştî wê pêl a baranê dihê ku li roj ên burî, Herêm a Kurdistanê vegirtibû û bûye eger a bilindbûn a ast a av a sikr û çeman.
Pirdê dikeve bakûr a rojava ya Kerkûkê û tenê 40Km ji navend a bajar ê Kerkûkê dûre û 50Km jî, ji Hewlêr a paytext a Kurdistanê dûre.
Dû pir ên serekî li wê bajarokê hene, yek ji wan dikeve bakûr a bajarokê û dirêjahî ya wê 116M û ya dûyê jî li başûre û dirêjahî ya wê 54M.



