Ehmed Turk: Sîyaseta ku zulmê li kurdan bike, çi caran sernakeve

Hevserokê Bajarê Mêrdinê Ehmed Turk dibêje: Sîyaseta ku zulmê kurdan bike, çi caran sernakeve.

K24- Hewlêr

Hevserokê Bajarê Mêrdinê Ehmed Turk dibêje: Sîyaseta ku zulmê kurdan bike, çi caran sernakeve.

Ehmed Turk ku heşta ne fermî wek serokê bajarvaniya Mêrdinê hate Hilbijartin daxûyaniyek da û got: Gelê me bersiva wan qeyuman daye ku nûnertiya wan nake.

Tûrk dibêje: Siyaseta inkarkirina gelê kurd û hizra gelê kurd wek dujmin destnişan dike, winda kir kir.

Ehmed Turk got: Di heman demê de karê bajarvaniyê hatiye sekinandin, hatin û çûna jor ve jî qedexe ye, makine jî sekinandîne.

Li gorî daxûyaniya Turk, Dora bajarvaniyê bi zirîpoşan û tîmên taybet ve hatiye dorpêç kirin.

Her wiha Ehymed Turk got: Me di nav zehmetiyan de, zordariya dewletê de, hilbijartin derbaz kir.