Heftî ya dahatî, serok ê Herêm a Kurdistanê dê bihê hilbijartin
Hevwelatiyên Diyarbekirê encamên Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî nirxand in. Piraniya hemwelatiyan bertekê nîşanî tayînkirina qeyûmî didin û dibêjin; tenê bi çêkirina park û nûjenkirina rêyan pirsgirêk nayên çareserkirin, divê li gor daxwaza şêniyên bajêr xizmetguzeriyên çandî jî werin kirin.
K24- Hewlêr
Heftî ta dahatî, serok ê Herêm a Kurdistanê dê bihê hilbijartin di nav perlemanê de.
Di vexîdnin a dûyê de, pêşnîyaz a hevwarkirin a yasa ya karakirin a damezrawe ya serokatî ya Herêmê naxin dengdanê. Bo her perlemantarekî jî heye tenê dû xulekan biaxive li ser her maddeyek a wê yasayê.
Perlemantarek a Partî ya Dîmukrat a Kurdistan daxwaz ji wan firakisyonan dike yên têbînî û pêşnîyaz hene li ser wê yasayê, bçin di nav hol a perlemanê de û wê yasayê bixin dengdanê.
Perleman mijûlî temamkirin a qonaxek a giring a pêkhînan a hikumetê ne. bi temamkirin a evê qonaxê jî, berbestek mezin ji pêş pêkanîn a hikumetê nahêle.
Di vexwîndin a dûyê de pêşnîyaz a hevwarkirin a yasayê nahê pesindkirin û dê bikeve vexîndin a sêyê de. Bo her perlemantarekî heye tenê dû xulekan biaxive li ser maddeyekê ji wê yasayê. Yasa bi xwe jî ji 8 maddeyan pêkhatîye, tenê yek movik ji şêwaz a hilbijartin a serok dê bihê hevwarkirin.
Endamek a komîte ya yasayî ji firakisyon a Komel, dibêje: Her perlemantarek pêşnîyaz a guherrtin a desthilatê yan jî şîwaz a hilbijartin a serok bike û sê perlemantar jî pêştîvanîyê ji wî bikin; wê çaxê ew pêşnîyaz dêbixin dengdanê.
Endamek ê komîte ya yasayî jî daxwaz ji firakisyonan dike ku pişikdar bibin di danîştinê de û pêşnîyaz û têbînî yên xwe bidin deste ya serokatî ya perlemanê.
Xedîce Mizûrî, endam a komîte ya yasayî ji firakisyon a PDKyê, dinêje: piştî vexîndin a dûyî, divê di dem a heft rojan de pêşnîyaz a hevwarkirin a yasayê bihê kirin û bi dengê parîanî ya sadebihê pesindkirin. Di dem a sê rojan jî de piştî pesindkirin a hevwarkirin a yasayê, der ê kandîdkirinê dê bihê vekirin. Li gor evan rêkaran jî be di heftî ya dahatî de serok ê Herêm a Kurdistanê dê bihê hilbijartin.