Welatiyekî din ê Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve hat revandin
Revandin û girtina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve berdewam e, li navçeya Şiyê welatiyekî Kurd ê 60 salî hat revandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Revandin û girtina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve berdewam e, li navçeya Şiyê welatiyekî Kurd ê 60 salî hat revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Silêman Şah (Emşat) welatiyê bi navê Mustefa Mihemed Ukaş yê 61 salî ji Şiyê revandin û ber bi bi cihekî nediyar ve birin.
Roja 31ê Adarê jî Polîsa Leşkerî Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Serokê Xwecihiya ENKSê li Efrînê Husên Îbiş revandibûn û ta niha çarenivîsa wî jî nediyar e.
Zêdetir ji salekê Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, ji bilî binpêkirinên wek dizî û talanê û destdanîna ser mal û milkên xelkê, salek e welatiyên Efrînê yên sivîl li ser destê wan grûpan rastî revandin û eşkenceyê tên.

S. B