PDK-Sê girtina serkirdeyekî wê li Efrînê bi tundî şermezar dike

K24 – Navenda Nûçeyan Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi tundî revandina endamekî serkirdatiyê wê partiyê ji aliyê grûpên çekdar ên li Efrînê ve şermezar dike û daxwaz ji aliyê pêwendîdar dike, bilez endamê wê û hemû girtiyên Efrînê serbest bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi tundî revandina endamekî serkirdatiyê wê partiyê ji aliyê grûpên çekdar ên li Efrînê ve şermezar dike û daxwaz ji aliyê pêwendîdar dike, bilez endamê wê û hemû girtiyên Efrînê serbest bikin.

Komîta Navendî ya PDK-Sê îro di daxuyaniyekê de ragihand, desthilatdarên li Efrînê yên ne rewa bi piştevaniya hikûmeta Tirkiyê kiryarên serkotkirinê û binpêkirinên metirsîdar bi mafê welatiyên Efrîn û gundên wê dikin û bi ser de jî kesên xwedî nerînên siyasî binçav dikin.

Di daxuyaniya PDK-Sê de hat, desthilatdarên li Efrînê roja 31ê Adara bûrî Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Serokê Xwecihiya ENKSê li Efrînê Husên Îbiş binçav kir, em van kiriyarên serkotkirinê û binpêkirinan bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin hevalê me Husên Îbiş û hemû girtiyên di zîndanên wan de serbest berdin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara 2018an de, ji bilî kiryarên dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, bi hezaran welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên revandin û eşkencedan.

  

S. B