Daxuyanîyek ji Dijeteror a Kurdistanê

Dijeteror a Kurdistnê di daxuyanîyekê de hûrkarî yên vegerrandin a dû sinêl Seûdî xist berçavan û ragehand: Vegerran a wan dû sinêl ên Seûdî ti peywendî bi Turkîyayê ve nîne û bi rê ya Herêm a Kurdistanê ve radestê kunsilxane ya Seûdêylê hatînekirin.

K24- Hewlêr

 Dijeteror a Kurdistnê di daxuyanîyekê de hûrkarî yên vegerrandin a dû sinêl Seûdî xist berçavan û ragehand: Vegerran a wan dû sinêl ên Seûdî ti peywendî bi Turkîyayê ve nîne û bi rê ya Herêm a Kurdistanê ve radestê kunsilxane ya Seûdêylê hatînekirin.

Deq ê ragehandinê.

Rastîyek li ser radestkirin a dû sinêl ên Seûdî bi welat ên wan.

Kenal a Elerebîye, li rêkevt a 31/ Avdarê, di raportekê de behs a vegerrandin a dû sinêl Seûdî dike ku bavê wan ve bi xwe re biribûn nav rêz ên rêkxistî ya terorî ya Daişê li Suryayê û hêz ên asyîş a Seûdîye şîyane ji welat ê Turkîyayê ve vegerrînin welat ê wan.

Ev dû sinêle, ku navê wan Ebdûllah Nasir Abdûllah, temen ê wî 15 sale û Ehmed Nasir Ebdûllah temnê wî 12 sale, li meh a temûz a sal a 2014yê bi armanc a geşt û gerryanê li gel bav ê xwe diçin Turkîya, dûv re bav ê wan, ewan dibe  di nav rêz a rêkxistî a  Daişê de li Surya. Piştî mehekê bavê wan di nav rêz a rêkxistî ya Daişê dihê kuştin. Herdû zaro bo demek a dirêj ji alîyê pîremêrekî dihên xwedîkirin.

Li 26/Avdar a burî, Herdû zaro, Ebdûllah Nasir û Ehmed Nasir digehin xal a Sinûrî ya Pêşxabûrê di navber a Herêm a Kurdistanê û Rojava de. Ji alîyê rêveberînî ya giştî ya dije teror a Kurdistanê dihên wergirtin û dûv re jî wan radestî kunsilxane ya Seûdîye dike li Hewlêrê û dihên vegerrandin bo welat ên wan.

 Ev di demekê deye ku pirose ya vegerrandin û radestkirin a wan dû zaro yê Seûdîye ji Herêm a Kurdistanê  bi harîkarî ya dije teror a Kurdistanê hatîye encamdan û ti peywendî bi welat ê Turkîyayê ve nîne, wek di wê rapor a kenal a Elerebîye de hatîye.