Ranîy, hijmarek a pîvaneyî û sikr a Dûkan jî av bi ser re dirije
K24- Ranîye
Li derbend a Ranîye, bo car yekê ji 78 sal ên burî ve rêjey a baran barînê gehiştîye 1414 Mlm û av hgehiştîye xanî yên kelekvan û qayexvanan. Bo car a yekêye jî ji sal a 1988 veav digehe wî cihî.
Li gor dûçûn a Kurdistan24 û li gor zanyarî yên keşnasîyê, Li sal a 1941 ve heya sal a 2018yê zêdtirîn rêje ya baran barînê li sal a 1957 hatîye tomarkirin ku 1240Mlm bûye; lê ev sal ku hêj destpêk a werz a Beharêye 1414 Mlm li wê deverê barîye.
Li gor zanyarîna ev jî tomarek nûye ji 78 sal ênn burî ve li Ranîye hatîye tomarkirin.
Li sikr a Dûkan jî ast a avê hijmarek a pîvaneyî tomar kirîye û bo car a yekêye li piştî sal a 1988 ve av; a vegirtî ya bendavê bigehe ast a tijûbûnê û bi ser re birije.



