Husnî Mubarek nêhênîyekê li ser bilindahî yên Gulanê aşkera dike

Ehmed Seyîd, mêdyakar ê Misrî û bêjer ê kenal a (Misril Heyat) aşkera kir ku Mehemed Husnî Mubarek, serok ê berê yê Misrê, nihênîyek li ser bilindahî yên Gulan a Suryayê aşkera kirîye.

K24-Hewlêr

Ehmed Seyîd, mêdyakar ê Misrî û bêjer ê kenal a (Misril Heyat) aşkera kir ku Mehemed Husnî Mubarek, serok ê berê yê Misrê, nihênîyek li ser bilindahî yên Gulan a Suryayê aşkera kirîye.

Ew bêjer bo malper a Elqahîre24 dibêje: Mubarek gotîye:  Ez li gel Îsayîlîyan di pywendîyê de bûm bo çolkirin a bilindahî yên Gulanê. Îsrayîlyan mercek danan. Ew jî vekirin a balyozxane ya Îsrayîlê bû li Dîmeşqê û hevdem Surayajî balyozxane ya xwe li Îsrayîlê veke.

Mubarek bê ku amaje bi salê bike, bo wî bêjerî xuya jî kirîye ku mebest a Îsrayîlê ew bû ku ev kar dibe corek ji îtrafkirin a Surayê bi Îsrayîlê; lê Hafiz Esed, serok ê wê demê yê Surya, ev red kirîye.

Biryar bû ew kenal tomar a dengî ya Husnî Mubarek belav bike, lê niha poşman bûye û bi eger a rewş  a derekî belav nekin, wek ew dibêjin.