Encûmena Wezîran a Iraqê nûjenkirina boriya neftê ya Iraq-Tirkiyeyê pesend dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya asayî de ya ku li parêzgeha Necefê birêve çû, zincîreyek biryarên girîng û stratejîk pesend kir; ji wan jî bihêzkirina şiyanên Dezgeha Dijeterorê bi sîstema dronî û nûjenkirina boriya neftê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ne.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê belav kir, civîna Encûmena Wezîran bi serokatiya Elî Falih Zeydî li bajarê Necefê birêve çû û tê de rewşa giştî ya welêt û dosyeyên xizmetguzarî û aborî hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Encûmena Wezîran deng li ser bihêzkirina şiyanên Dezgeha Dijeterora Iraqê bi rêya dabînkirina sîstema pêşketî ya firokeyên bêfirokevan (dron) da.

Herwiha di civînê de, pêşniyara Encûmena Wezarî ya ji bo Karûbarên Aborî derbarê nûjenkirina boriya hinardekirina neftê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de pesend kir û girêbesta projeya veberhênana gaza bilez a zeviya Nasiriyeyê jî ji bo dema du salan nû kir, piştî kêmkirina lêçûna kirêkirinê bi rêjeya %25.5 ji lêçûna giştî ya girêbestê.