Rûniştin a Perleman a Kurdistanê bo 24 demjmêran hat gîrokirin
Bi armanc a rêkkevtin a alî yên sîyasî, bo dem a 24 demjmêran delîçve dane alîyan û êngeşe ya hevwarkirin a yasa ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê hat gîrokirin. Alî yên sîyasî jî, nemaze Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi dawîxistin a rûniştin a Perleman a Kurdistanê li ser evê mijar bi erênî dizane.
K24- Hewlêr

Serok ê firakisyon a YNKyê di Perleman a Kurdistanê de aşkera dike ku gutûbêj di navber a Partî ya Demukrat a Kurdistanê (PDK) û YNKyê berdewame. Firakisyon a PDK û Gorran jî pêkolê dikin hemû firakisyon pişikdarîyê di civînê de bikin.
Çîya Hemîd: Perlemantar ji Firakisyon a PDKyê, got: Bo vexwîndin a dûyê ya pêşnyaz a hevwarkirin a yasa ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê, tenê firakisyon a YNKyê amadeyê civînê nebibû.
Bêgerd Talebanî: serok a firakisyon a YNKyê dibêje: Partî ya wan û PDK di danûstandinê de ne daku bigehin rêkkevtinê.