Piştî pêkanîn a kabîne ya nû, yasa ya çaksazîyê dê bihê gêngeşekirin
Hikumet a Herêm a Kurdistanê daxwaz ji Perleman a Kurdistanê dike, piroje yasa ya çaksazîyê pesind bike û di dem a vexwîndin a pirojeyê jî ew piroje bihê dewlemndkirin.
K24- Hewlêr
Hikumet a Herêm a Kurdistanê daxwaz ji Perleman a Kurdistanê dike, piroje yasa ya çaksazîyê pesind bike û di dem a vexwîndin a pirojeyê jî ew piroje bihê dewlemndkirin.
Dr. Amanc Rehîm, sekirtêr ê Civat a Wezîrann bi kurdistan24 ra ragehand: Divê Ew piroje ya nû bi arasteyeke ku ew pere yên ji bo hikuemtê divegerrin divê kêmtir nebe ji pere yên piroje yên berê.
Hevdem serok ê firakisyon a Partî ya Demukrat a Kurdistanê (PDK) diltenahî dide ku evê carê ew piroje yasa dê dewlemendtir bibe.
Piştî hilbijartin a serok ê Herêm a Kurdistanê û pêkhînan a hikumetê, biryare gêngeşe ya piroje yasa ya çaksazîyê bihêkirin. Hikumet jî daxwaz dike, Ew piroje yasa ya nû ya çaksazîyê ji amanc ên wê dûr nekeve.