Li Sêrt, Qers û navçeya Erdîşê dengên hatine bikaranîn ji nû ve tên hejmartin

Li bajarên bakurê Kurdistanê Sêrt, Qers û navçeya Erdîşê dengên hatine bikaranîn ji nû ve tên hejmartin.

K24- Hewlêr

Li bajarên bakurê Kurdistanê Sêrt, Qers û navçeya Erdîşê dengên hatine bikaranîn ji nû ve tên hejmartin.

Dengvedana sextekariya hilbijartinan berdewam e.

 HDP  bi armanca ji nû ve hejmartina dengan li Mûş,Bidlîs û gelek navçeyan serî li komîsyona hilbijartinê da. Komîsyonê hê bersiv nedaye.

Li ser daxwaza AK Partî û MHPê komisyona hilbijartinê biryara ji nû ve hejmartina dengên Qers, Sêrt û Erdîşê da. Li gor agahiyan hejmartina dengan berdewam dike.

Ayhan Bîlgen ku wek şaredarê Qersê hatiye hilbijartina da xuyakirin, bi fişar û sextekariyan dixwazin encamê biguherînin, lê ew rê nadin tu zordarî û sextekariyan.