HSD: Hejmarek ji çekdarên Da'şê di şikeftekî de mane li çiyayê Baxoz

Berpirsê navenda raghandna HSDyê raghand, hêj hejmarek ji çekdarên Da'şê di şikeftekî de li çiyayê Baxoz mane.

K24- Hewlêr

Berpirsê navenda raghandna HSDyê raghand, hêj hejmarek ji çekdarên Da'şê di şikeftekî de li çiyayê Baxoz mane.

Berpirsê navenda raghandna HSDyê, Muustefa Balî di tiwîtekê de belavkirye, ku piroseya wan gundên Baxoz û navçeya derdora wê jibo rakirna mînên Da'şê berdewame, herweha jibo dîtna şanayên Da'şê yên razayî.

Balî herweha eşkere kir ku hêj hejmarek ji çekdarên Da'şê di şikeftekî de li çiyayê Baxoz mane .

Piştî şerekî bêtir ji  6 mehan di 23 Adarê de HSD kontrolkirna tevahîya Baxozê bi piştevanya hevpeymanîya navdewletî raghandibû.