YNK hûrgiliyên rêkeftina bi PDKê re aşkere kir

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Omer ragihand, bi PDKê re gihîştine rêkeftineke hevbeş û ti pirsgirêkên me li ser wergirtina postan nemane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Omer ragihand, bi PDKê re gihîştine rêkeftineke hevbeş û ti pirsgirêkên me li ser wergirtina postan nemane.

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî zincîreyek civînan, her du şandên danûstandkar ên YNK û PDKê li ber ronahiya rêkeftina siyasî ya her du partiyan û li ser binemaya beşdariya bi bandor di dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmraniyê de, gihîştin têgihîştineke hevbeş.

Herwiha aşkere kir, îro piştî nîvro û piştî telefoneke dostane û dosozane di navbera birêz Kak Mesûd Barzanî û birêz Kak Kusret Resûl de, her du şandên YNK û PDKê gihîştin têgihîştineke hevbeş derbarê pêgeha YNKê di sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê û hemû wezaret û destkeftan de.

Herwiha got: Biryar e di rojên nêzîk de dawî dariştina rêkeftina YNK û PDKê bê îmzekirin, ji ber wê jî û ji bo destpêkirina wê proseyê, biryar hat dayîn ku îro Firaksiyona YNKê di rûniştina Parlemantoyê de beşdar be û bibe beşek ji guftûgoyên li ser serrastkirina yasaya Serokatiya Herêmê wek yekem gava kirdarî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistan.

Derbarê dabeşkirina postan di Parlemanto û Hikûmetê de, Peyvdarê YNKê got: Em gihîştine rêkeftineke hevbeş û ti pirsgirêkên me di vê derbarê de nemane.”    

 

S. B