Li Efrînê endamekî din ê ENKSê hat binçavkirin
Grûpên çekdar ên li Efrînê careke din endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) Mihemed Elî Riza binçav dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên li Efrînê careke din endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) Mihemed Elî Riza binçav dikin.
Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo K24ê re ragihand, endamê ENKSê Mihemed Elî Riza (Bavê Rustem) yê ji gundê Keferdela Jorîn îro careke din binçavkirin.
Apo diyar kir jî, endamê ENKSê Mihemed Elî Riza (Bavê Rustem) roja 30î Adara bûrî ji aliyê Polîsa Leşkerî ve hatibû girtin û di heman rojê de bi kefalet hatibû azadkirin, lê îro careke hat binçavkirin.
Ev yek di demekê de ye, roja 31ê Adara bûrî Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û di heman demê de Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Husên Îbiş li Efrînê hatiye binçavkirin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Di vê derbarê de, duhî PDK-Sê di daxuyaniyekê de kiryarên serkotkirin, binpêkirin û revandina welatiyên Efrînê û di nava wan de Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Husên Îbiş ji aliyê grûpa çekdar ve bi tundî şermezar kir û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir, ku hemû girtiyan azad bikin.

S. B