Artêşa Azad: Me êrîşek a YPGyê bo ser I'zazê têkşikand
Artêşa Azad ragehand: Wan hewleke YPGyê bo êrîşkirine ser I'zazê têkşikand.
K24- Hewlêr
Artêşa Azad ragehand: Wan hewleke YPGyê bo êrîşkirine ser I'zazê têkşikand.
Artêşa Azad raghandiye: Şervanên YPGyê hewl dane êrîşî hêzên wan bikin li bajarokê I'zazê; lê êrîşa wan ji aliyê çekdarên Artêşa Azad ve hate têkşkandin.
Li gor ku hatî belavkirin di wê êrîşê de hejmarek ji şervanên HSDyê brîndarbûn. Herweha çekdarekî Artêş a Azad jî brîndarbûye.
Ji aliyê xwe ve jî, ajaniseke nêzîkî YPGyê belavkiriye, ku hêzên rizgarkirina 'Efrîn operasiyonek li dijî çekdarên Bereya Şamîye pêkanîne û di encamê de çekdarekî wê hêzê hate kuşitin û duyên din jî brîndarbûn.