Tirkiye: YPGê li Til Rifatê êrîşî leşkerên me kir
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li nêzîkî bajarokê Tel Rifet, êrişî leşkerên wan kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li nêzîkî bajarokê Tel Rifet, êrişî leşkerên wan kirine.
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê da zanîn, YPGê li navçeya Tel Rifetê êriş birine ser leşkerên wan. Di êrişê de ji bilî zîyanên maddî, çi ziyanên canî çê nebûne û wan jî bersiva pêwist dane.
Duhî, jêderekî ji Efrinê ji K24 re dabû xûyakirin, leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser wan ve ji Efrînê ser sengerên YPGê li Tel Rifatê topbaran kiribûn.
Çend roj in helîkopterên artêşa Tirkiyê û firokeyên bêfirokvan li esmana Efrîn û ta bajarokê Til Rifetê digerin û tê gotin ku çekdarên opozisyona Sûriyê xwe amade dikin ku wî bajarokî kontrol bikin.
S. B