Di 9 mehên pêşî yên îsal de 1.500 milyon geştiyaran serdana Diyarbekirê kirine
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi hênikbûna keşûhewayê re, qada geştiyariyê jî wekî ku dihat pêşbînîkirin geş bû, şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê ji geştiyaran tije dibin û pisporên qada geştiyariyê jî dibêjin ji xwe Diyarbekir qada navneteweyî de navdar e li gel vê jî bi pêvajoya çareseriyê re girêdayî elleqeya bo Diyarbekirê her ku diçe zêdetir dibe û tê pêşbînîkirin heat dawiya salê ji 2 milyonî zêdetir geştiyar serdana Diyarbekir bikin.
Li Diyarbekirê ji ber rewşa hewayê bi pirranî di demsalên bihar û payîzê de qada geştiyariyê geş dibe ku îsal jî ev yek tê dîtin. Bi hênikbuna hewayê re careke din komên geştiyaran berê xwe didin Diyarbekir û şûnwarên dîrokî yên navdar ji geştiyaran tije dibin. Pisporên qada geştiyariyê didin zanîn ku dê îsal hijmara geştiyaran ji sala borî gelekî zêdetir bibe û her wiha balê didin zanîn ku bandora erênî ya pêvajoya çareseriyê jî li ser vê rewşê heye.
Serokê Komeleya Geştiyarî û Danasîna Diyarbekirê Edîp Paçal: “Me di werzê payîzê de destpêkek gelek baş tomar kir. Îsal ji sala borî jî baştir e. 1 milyon û 500 hezar bo me xeyal bû lê niha em ber bi 2 milyonî ve diçin emê jê biborin jî, bêguman sûda pêajoyê jî vê rewşê de heye”
Geştiyarên ku serdana Diyarbekirê dikin jî balê dikêşin ku li Diyarbekir dîrokek zindî û dewlemend heye ku ev yek bandoreke mayînde li ser geştiyaran dike. Diyarbekira ku di hemu beşên geştiyariyê de navdar e her ku diçe di warê geştiyariyê de bêhtir pêş dikeve.
Geştiyar Handan Yordem: “Xaltîka min bûka Diyarbekriyan e niha 94 salî ye, ji me re gellekî behsa Diyarbekir dikir, bi rastî dîtin u gotin nabin wek hev, enerjiyek cawaz a vî bajarî heye, hestên min niha gellek kur in. Evder navendek girîng şaristaniyê ye, wek Babe ye wek Qudisê ye”
Geştiyar Faruk Kerestecî: “Ez 94ê de ji Diyarbekirê derketim, ez çûm Stenbol û Brîtanyayê û piştî salan ez wek geştiyar hatim, bi rastî ez dibînim ku ew pêşdaraziya dijî Diyarbekirê tê şikandin, Diyarbekir navendek girîng a şaristaniyê ye”
Di sala 2025an de 1 milyon û 600 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiribûn ku îsal 9 mehên pêşî de 1 milyon û 500 hezar heştiyaran serdana Diyarbekirê kirine ku xuya ye dê Diyarbekir ji armanca xwe ya 2 milyon geştiyarî derbas bike û di vê rewşê de bandora pêvajoya çareseriyê jî heye.