Çîn banghêşta Nêçîrvan Barazanî dike

Hikumeta Herêma Kurdisatnê belavkirîye, evro şandeka Hizba Komonîsta Komara Çîn a millî, baghêşta serok wezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kirîye daku serdan a Komara Çînê bike.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdisatnê belavkirîye, evro şandeka Hizba Komonîsta Komara Çîn a millî, baghêşta serok wezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kirîye daku serdan a Komara Çînê bike.

Sayîta Hikumeta Herêma Kurdistanê belavkirîye, şand pêkhatibû ji Lî Jûn, cêgirê peywendîyên nêvdewletîya Komîteya Navendîya Hizba Komonîsta Çînê, Balyozê Çînê li Îraqê û Kunsilê giştîyê Çênê li Herêm a Kurdistanê û evro li gel serok wezîrên Herêma Kurditanê civîyane.

Li gor sayîta hikumetê, di wê kombûnê de, herdû alîyan tekez  kirine li ser pêşxistina peywendîyan û heveahengîyê di warên  abûrî, bazirganî, pêşkevtin û avkirina jêrxan, sermayeguzarî, biberanîn û bîyavên din  de jî ronahî xistine ser pirojeya zinar û rêya serokê Çînê ku dibe Îraq, Herêma Kurdistanê, welatên deverê û cîhan jî wic û mifayê jê bibîne.

Amaje jî hatîyekirin ku Lî Jûn ragehandîye, Çîn bi pêzanîn ve li rola Herêma Kurdistanê dinere li rûbirûbûn a terorê û têkşikandin a Daişê. Herweha hemû hevahengîyekê dike li gel Herêm û Îraqê ji bo avakirin abaştirîn peywendîyên dû alî û duristkirina delîveya kar, sermayeguzarî û biberanînê li Herêma Kurdistanê û mifa wergirtin ji ezmûn a Çînê di warên kargêrî, abûrî,  rajeyê û teknelocîyayêde.