Kaya: Tirkiye pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re xurt dike

Şandeke ji Serok û rêveberên Jûrên Bazirganî û Pîşesazî yên Diyarbekir û Şirnexê pêk dihat, serdana Hewlêrê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke ji Serok û rêveberên Jûrên Bazirganî û Pîşesazî yên Diyarbekir û Şirnexê pêk dihat, li Hewlêrê serdana Kurdistan24 kirin. Serokê Jûra Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya da xuyakirin, bi armanca beşdariya Foruma Bazirganî ya Iraq-Tirkiyê hatine hewlêrê û da zanîn, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu heftiya bê dê serdana Hewlêrê bike.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Hikûmeta Tirkiyê jî êdî hewl dide pêvajoyê nerm bike û bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên xwe xurt bike. Geştên asîmanê yên yekser ji Dîlok û Diyarbekirê bo Hewlêrê destpê kir. Herweha ji Stenbolê bo Silêmaniyî jî. Deriyê Sînorê Îbrahîm Xelîl tê nûjenkirin.”

Got jî: “Di heftiya bê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê serdana Hewlêrê bike. Herweha Yekîtiya Jûr û Borsayên Tirkiyê tevî jûrên bajarên Bakurê Kurdistanê dê serdana Hewlêrê bikin. Ev hemû nîşaneyên demeke nû ne. Tirkiye eger nikaribe bi cîranê xwe re pêwendiyan pêş bixe, hîç nikare bi welatên Efrîqayê re pêş bixe.Riya vê jî, avêtina gavên siyasî ye. Gavên karsazan bo vê têr nakin. Ji bo vê serdana Wezîrê Derve û Yekîtiya Jûr û Borsayên Tirkiyê ku mîlyonek û nîv endamên wê û 365 Jûrên wê hene girîng e, ez van hemûyan ji bo xurtkirina pêwendiyên aborî û siyasî dibînim.”