Li Qamişlo kesek bû qurbaniyê baran û eliktirîkê
Ji ber barîna baranê li herêmên Rojavayê Kurdistanê ziyanên mezin dighêjin mal û milkên xelkê, li bajarê Qamişlo welatiyekî canê xwe ji dest da .
K24 – Qamişlo
Ji ber barîna baranê li herêmên Rojavayê Kurdistanê ziyanên mezin dighêjin mal û milkên xelkê, li bajarê Qamişlo welatiyekî canê xwe ji dest da .
Di encama barana zêde li Rojavayê Kurdistanê de, ziyanên pir mezin gihiştine milk û samanên welatiyan, lê û di dema dawiyê de qurbaniyên canî çê bûne . Şeva bûrî li taxa Enteriyê ya rojhelatî bajarê Qamişlo ji ber belavbûna eliktirîkê di nav goleke avê de malbatek ku ji 3 kesan pêk tê bi eliktirîkê kontak bûn û di encamê de bav canê xwe û dê û kurekî ji hêla welatiyan ve hatin rizgarkirin.
Taxên rojhelatê Qamişlo mîna Qenat Siwês, Enteriyê û Cimaayê gelek zihemetiyan di warê xizmetgûzariyê de dikşînin û bi taybetî di demsala Zivistanê de. Ji ber barîna baraneke xurt ku li ser demjimêrên dirêj dom kir, xelkên taxên navbûrî rastî pirsgirêka derbasbûna ava rêgaran bo malên wan hatin.
Ji ber kevinbûna toreya ava rêgaran li taxên rojhilatê Qamişlo, her zivistan welatî rastî pirsgirêkên bi vî rengî tên, bêyî ku saziyên têkildar tu alîkariyê pêşkêş bikin yan jî pirsgirêka wan çareser bikin.