Şaredariya Moorheadê li Amerîkayê bo Zaxoyê navê parkekê kir "Parka Dostaniyê"
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Moorheadê li wîlayeta Minnesotayê ya Amerîkayê ragihand ku bi merema rêzgirtina li peywendiyên dostane yên ligel bajarê Zaxoyê yê Herêma Kurdistanê de, navê "Parka Johnson Farms" bi rengekê fermî bo "Parka Dostaniyê" diguherîne.
Li gorî daxuyaniyeka fermî ya Şaredariya Moorheadê, biryara guherîna navê wê parkê wek amajeyekê bo xurtkirin û rêzgirtina li peywendiyên dostane û çandî yên di navbera her du bajaran de hatiye dan.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku seet 1:00 heta 2:00 ê piştî nîvroya roja Înê, 16ê Cotmeha 2026ê, merasîmeka fermî dê bo guherîna navê parkê bê lidarxistin. Ew merasîm bi amadebûna berpirsên şaredariyê, kesatî û xwecihên wî bajarî bi rê ve diçe.
Ev biryara Şaredariya Moorheadê di çarçoveya wê hevfêmkirinê de ye ku di navbera Moorhead û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de di Tîrmeha borî de hatibû îmzakirin. Li gorî axaftina Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, ew peyman ligel bajarê Moorheadê dostane bû ku warên çandin, xwendin û çandî vedigirtin.
Di Tîrmeha sala 2026ê de, Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û Bajarê Moorheadê yê Amerîkayê peymaneka dostaniyê îmza kiribûn, bi amanca berfirehkirina peywendiyên çandî, perwerdeyî û aborî. Peyman û hevahengiyên bi vî rengî xurtkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li ser astê navdewletî û nêzîkkirina civakan ji hev re nîşan didin.