Serok Barzanî pêşwazî kir li serokê Civat a Nwênerên Îraqê

Serok Mesûd Barzanî, li Selahedîn, pêşwazî kir li Mehemed Helbûsî serokê Civata nwênerên Îraqê û şanda pê re, ku pêkhatibû ji hijmareka endamên Civata nwênerên Îraqê.

K24- Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî, li Selahedîn, pêşwazî kir li Mehemed Helbûsî serokê Civata nwênerên Îraqê û şanda pê re, ku pêkhatibû ji hijmareka endamên Civata nwênerên Îraqê.

Fazil Mîranî, sekiretêrê Mekteb a sîyasî ya Partî ya Dîmukrata Kurdistanê (PDK), Roj Nûrî Şaweyîs, Huşyar Zêbarî, Kerîm Şingarî, endam ên Meketeb a sîyasî ya PDKyê û Hêmin Hewramî cêgirê serokê perlemana Kurdistanê Di kombûnê de amade bûn. Di wê danîştinê de rewşa sîyasîya Îraqê û dawî pêşhatên sîyasî û pêngav temamkirina pêkhate ya hikumet a nû ya Îraqê hatin gêngeşekirin.

Di pişkeka dî ya wê danîştinê de, ronahî êxistin ser peywendîyên di navber a Herêm û Bexdayê de û duristbûna wê seqaya erênî ya piştî hilbijartin ên Îraqê çêbûye, bo çareserkirin a arîşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de û ev yek jî bilind hat nirxanin. Tekez li ser wê yekê jî hat kirin, pêdivîye rêgirî ji wan dengan bihê kirin ewên merema wan têkdan a wê seqaya erênînîye. Çunku başbûna peywendîyên Herêm û Bexdayê dibe eger a akincîbûn û vejîyandinê li Hemû Îraqê.

 Rewş a parêzgeha Neynewa û guzeranîya jîyana xelkê wî bajêrî û rêvebirin a Mûsilê; tewereka din a dîdarê bû û herdû alîyan tekez kirin li ser çirrkirin a hewlan bo vegerrandina rajedarî û akincî û tenahyîyê bo hevwelatîyên Mûsilê. Heweha tekez jî kirin ku pêdivîye xelk û pêkhateyên Parêzgeh a Neynewa pişikdarîyê di rêvebirin a parêzgehê de bikin.