DAIŞê berpirsatiya êrîşên Srîlankayê girte stûyê xwe
DAIŞê berpirsatiya êrîşên terorî yên li welatê Srîlankayê girtiye stûyê xwe, ku di encamê de 321 kes hatin kuştin û zêdetir ji 500 kesên din birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞê berpirsatiya êrîşên terorî yên li welatê Srîlankayê girtiye stûyê xwe, ku di encamê de 321 kes hatin kuştin û zêdetir ji 500 kesên din birîndar bûn.
Pêr 8 teqînên li dû hev li Kolombo paytexta Srîlankayê li hejmarek hotel û kinîse rû dan û di encamê de 321 kes hatin kuştin û zêdetir ji 500 kesên din birîndar bûn.
Ajansa “Reuters” belav kir, DAIŞê berpirsatiya êrîşên terorî yên li welatê Srîlankayê girtiye stûyê xwe.
Pêştir jî Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Bergîriyê yê Srîlankayê ragihandibû, êrîş ji aliyê çend grûpên Îslamî ve hatine kirin û li gor zanyariyên destpêkê, ew tohildana ji bo êrîşên New Zelandayê bû.
Di encama lêpirsîn û lêkolînan de heta niha 40 bergûman ji aliyê polîsa Srîlankayê ve hatine desteserkirin, di nava wan kesekî Sûrî jî heye.
S. B