Bi hatina Remezanê re bihayê Xurekan hat zedekirin
Ji bo heyva remezanê wexteki hindik maye û ji ber hatina vê heyvê li bazarên Tirkiyeyê bihayê goşt û hin xurekan ji %40 hatiye zêdekirin.Di gel ku rayedar dibêjin îsal bihayê ti berheman nayê zêdekirin li gelek cihan bihayê xurekan hatiye zêdekirin ji ber wê welatî gazindên xwe tînin ziman.
K24-Istanbul
Ji bo heyva remezanê wexteki hindik maye û ji ber hatina vê heyvê li bazarên Tirkiyeyê bihayê goşt û hin xurekan ji %40 hatiye zêdekirin.Di gel ku rayedar dibêjin îsal bihayê ti berheman nayê zêdekirin li gelek cihan bihayê xurekan hatiye zêdekirin ji ber wê welatî gazindên xwe tînin ziman.
Bi nêzîkbûna heyva Remezanê re bi taybetî li stenbolê û hemû bajarên Tirkiyeyê bihayê goşt û xurekan hatiye zêdekirin û li hinek marketan rêjeya bihabûnê gihiştiye ji %40 an.Bi taybetî li marketên mezin bihayê xurekan gelekî hatiye zêdekirin ji ber wê dikandar hişyariyê didin welatiyan û dibêjin bila welatî ji dikan û cihên ku baweriya wan bi wan tê tiştan bikirin.Li stenbolê li vê bazara ku piraniya kiryarên wê ji Kurdan pêk tê jî welatî ji bilindbûna bihayan gazindan dikin. Lê dikandarên vê bazarê dibêjin marketên mezin bihayê xurekan nêzîkî ji %40 zêdetir kirine û wan têne ji %10 bihayên xwe zêdetir kirine. Rayedar jî radgihînin ji bo remezanê ti biryarên ji bo bilindkirina bihayê xurekan nehatiye dayîn û market û dikanan bi xwe ev biha zêde kirine.
Mustefa Ozguç-Goştfiroş, dibêje:''Wek hemû caran vê carê jî beriya remezanê bihayê goşt û xurekên din hatîne zêdekirin.Hin dikandaran ji ber remezanê bihayê xurekan gelekî zêdekiriye.Lê me bihayên xwe tenê ji %10 zêdetir kiriye,ew jî ji ber ku xwediyên ajelan bihayê ajelan zêdetir kiriye.Pêwîst e di vî wextîde welatî tiştan ji dikandarên ku baweriya bi wan tê bikirin.''
Dikandarek dibêje:'' Nêzîkbûna remezanê bandoreke xerap yan jî bandoreke baş li ser karê me nekiriye.Geştyar jî tên vê bazarê mirovên vê navçeyê jî.Îsal ne tenê li cihekê li hemû cihan bihayê berheman hatîne zêdekirin.Ji xwe marketên mezin her tişt gelek biha kirine.Lê li vê derê bihabûnek ewqas zêde nîne.''
Welatiyên ku ji bo pêwîstiyên remezanê tên van bazaran jî ji bilindbûna bihayan gazindan dikin û dibêjin em êdî nikarin wek berê tiştan bikirin.
Welatîyek jî dibêje:''Bihayê goştî herroj tê zêdekirin.Rewşa niha ne başe.Ez ji navçeyeke din hatim vê bazarê . Sebeba hatina min jî ewe ku li vê bazarê bihayê berheman hinekê guncawtir e.Ji ber bihabûnên zêde em êdî nikarin ji marketên mezin tiştan bikirin . Ji ber ku li van dikanên biçûk bihayê xurekan erzantir e em tiştên xwe ji van deran dikirin.
Li gel vê rewşê rayedar radgihînin ku ji ber remezanê nabe bihayê ti berheman bê zêdekirin û ji bo wan dikanên ku bihayên xwe zêde jî dikin dê ceza bê birîn.Rayedar herwiha daxwaz jî dikin derbarê wan dikanên ku bihayê berhemên xwe zêdedikin de welatî wan agahdar bikin.