Amerîka derbarê Idlibê de Rûsya û Sûriyê hişyar dike

Amerîka daxwaz ji Rûsya û Sûriyê dike xwe ji şerekî berfireh li Îdilbê dûr bixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka daxwaz ji Rûsya û Sûriyê dike xwe ji şerekî berfireh li Îdilbê dûr bixin.

Pevdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus hişyarî ji şerekî li Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê da û got, ew şer dê aramiya navçeyê têk bide.

Morgan Ortagus daxwaz ji hemû aliyan û di nav de Rûsya û Sûriyê kir, pabendî sozên xwe derbarê dûrketin ji şerekî berfireh li wê parêzgehê, herweha rê bidin ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî.

Ev demek e hêzên Hikûmeta Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsiyê gundewarên parêzgeha Îdlibê bombebaran dikin.

Berî du rojan, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê rewşa Idlibê de jî got, ew hewl didin rêkftina bi Tirkiyê re li Idlibê bicih bikin û bi taybet pirsgirêka Nusrayê.

Herwiha got: Emê bi hikûmeta Sûriyê kar bikin, ta kontrola hemû xaka xwe bike û ewlehiya welatiyên xwe biparêze û wan navçeyan ji terorê pak bike.

 

S. B