Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em li bendê ne Zeydî lêpirsînê bi komên çekdar re bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê berpirsyariya rasterast xist stûyê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, da ku komên çekdar rûbirûyê yasayê bike û bide dadgehê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott îro 18ê Mijdara 2026an, ji peyamnêrê Kurdistan24ê re tekez kir: "Amerîka li bendê ye ku Serokwezîr Elî Zeydî komên Iraqî li hember tevlîbûna wan a di tundûtûjî û têkdana aramiyê de li seranserê Iraqê û tevahiya herêmê, wekî berpirsyar bibîne."
Ji aliyê din ve, peyama Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bal kişand ser encamên darayî yên hejmûna wan koman û eşkere kir ku çekdaran ne tenê serweriya Iraqê binpê kiriye, belkî bi rêya gendelî û destdirêjiya li ser malê giştî, aboriya welêt lawaz kiriye û çavkaniyên wê didizin, bi wê armancê ku sûdê bigihînin xwe û rejîma Tehranê.
Ev helwest hevdem e ligel tundbûna fişarên Washingtonê yên li ser Bexdayê, ku tê de tekez dike êdî li hember hejmûna wan mîlîşyayan bêdeng namîne, ji ber ku wan wekî sedema sereke ya tundûtûjî û têkdana aramiya li Iraqê û tevahiya navçeyê dibîne.