Amerîka û Tirkiyê navçeya aram li sûriyê û nexşerêya Minbicê gêngeşe kirin

Nûnerê Amerîkayê Taybet bo Sûriyê Cêymis Cêfry- (James Jeffrey) bi Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin re civiya û li ser navçeya aram, cîbicîkirina nexşerêya Minbicê û çareseriya siyasî ya Sûriyê axivîn.

K24- Hewlêr

Piştî civîna herdû şandan bi serpereştiya Cêfry û Kalin, Serokomariya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir. Têde hatîye ragehdanidn, ku Tirkiye careke din xalên sereke yên ewlekariya xwe, Rojhelatê Feratê jî di nav de têkoşîna dijî terorê, cîbicîkirina nexşerêya Minbicê û parastina rêkeftina Îdlibê aniye rojevê.

Li gor daxuyaniyê, li ser rêkeftineke û çawaniya herêma ewle, şandên teknîkî yên her du aliyan dê bicivin û li gor wê jî gav bihên avêtin û danustandin û hevkarî derbarê Sûriyê berdewam bikin.