Serokkomarê berê yê Almanyayê: Dinya bi demeke zehmet re derbaz dibe û pêdivîye peywendî bihên xurtkitin

Serokkomarê berê yê Almanyayê Christian Wulff li Stenbolê di konferansekê de ragihand din ya niha di rewşeke zehmet re derbas dibe û li gelek welatan aliyên hişk û radîkal zêde dibin .Di berdewamiya axaftina Chrîstîan Wulff daxwaz ji gencan kir ew di sîyasetê de aktîf bin û ji bo demokrasî û xurtkirina pêwendiyên navnetewî xebatan bikin da ku welatê wan pêşbikeve.

K24- Istanbul

Serokkomarê berê yê Almanyayê Christian Wulff li Stenbolê di konferansekê de ragihand din ya niha di rewşeke zehmet re derbas dibe û li gelek welatan aliyên hişk û radîkal zêde dibin .Di berdewamiya axaftina Chrîstîan Wulff daxwaz ji gencan kir ew di sîyasetê de aktîf bin û ji bo demokrasî û xurtkirina pêwendiyên navnetewî xebatan bikin da ku welatê wan pêşbikeve.

Serokkomarê berê yê Almanyayê Christian Wulff li Stenbolê beşdarî konferansa bi navê '' Ji perspektîfa dîrokî ve pêwendiyên Tirkiyê û Almanyayê'' bû. Di konferansê de Chrîstîan Wulff balkişand ser pêwendiyên aborî û civakî yên di navbera Tirkiyê û Almanyayê de, rewşa pêwendiyên kevin û niha û diyar kir ku ji gelek aliyan ve ev herdu welat hewceyî hevdûne. Di berdewamiya axaftina xwe de Chrîstîan Wulff ragihand niha dinya di rewşeke zehmet re derbas dibe û ji Almanyayê bigirin heta Tirkiye û polonyayê aliyên hişk û radîkal bihêzdibin ji ber wê pêwîst e mirov ji bo yekitiyek demokratîk bixebite da ku bikarin serbikevin û dinav azadiyê de bijîn.

Kirîstîyan wolf- Christian Wulff-Serok komarê berê yê Almanyayê, got:''Nijadpersetî û cihêkarî me berbi rewşên xerab ve dibe û di dîrokê de gelek mînakên vê yêkê hene . ji ber wê pêwîste nifşên nû ji xwe bawer bin,ji fikr, netew û olan re vekirîbin da ku bikarin serbikevin.Daxwaza min ji gencan ewe ku di sîyasetê de aktîf bin û ji bo xurtkirina pêwendiyên navnetewî bixebitin.Li Tirkiyeyê nifusek zêde ya gencan heye û ev yek hem aborî hem jî civakî potansiyelek gelek mezin e û divê ev potansîyel bê bikaranîn.Çawe ku Almanya ji bo pêşketîna Tirkiyeyê bû alîkar ,welatiyên tirkiyeyê yên hatîn Almanyayê jî ji bo pêşketina Almanyayê bûn alikar.''

Rêveberê zanîngeha Bahçeşehîra Stenbolê Enver Yucel jî ragihand Almanya ji bo Tirkiyeyê welatek gelek giring e û niha li Almanyayê nêzîkî 4 milyon welatiyên Tirkiyeyê dijîn ji ber wê ev herdu welat ji aliyê aborî û civakî ve gelekî girêdayî hevdû ne.

Enver Yucel- rêveberê zanîngeh a Bahçeşehîrê, got:'' Dîrokeke dûr û dirêj ya pêwendiyên Almanya û Tirkiyeyê heye.Niha li Almanyayê nêzîkî 4 milyon welatiyên me hene û van welatiyên me sudek baş gihandiya aborîya Almanya û Tirkiyeyê . Herwiha ji aliyê civakî ve ev welatiyên me êdî bûne parçeyeka Almanyayê ji ber wê ev herdu ji aliyê aborî û civakî ve gelekî girêdayî hevdu ne û divê em ji bo xurtkirina pêwendiyan zêdetir bixebitin.''

Di vê konferansa ku pêwendiyên Tirkiyeyê û Almanyayê hatî gotûbêj kirin de Serokkomarê berê yê Almanyayê Chrîstîan Wulff ragihand niha li herderên dinyayê kêşeyên mezin rû didin ji ber wê demê wê yekê hatiye ku tirkiye û Almanya hemû nakokiyên xwe bidin aliyeke û pêwendiyên xwe xurttir bikin da ku bikarin bihêztir bibin.