Sube Şandeke opozisyona Sûriyê li Cinêvê li gel Netewên Yekgirtî dicive
Şandeke opozisyona Sûriyê li Cinêvê awayê aktîvkirina proseya siyasî digel Netewên Yekgirtî gengeşe dike.
K24- Hewlêr
Şandeke opozisyona Sûriyê li Cinêvê awayê aktîvkirina proseya siyasî digel Netewên Yekgirtî gengeşe dike.
Desteya Bilinda Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê di Tiwîtekê de ragehand, sibe roja înê şandeke wan seredana Cinêvê dike û digel nûnerên (small grop) ku nûnerên hejmareke welatên bi bandore li Sûriyê herweha digel Şanderê taybet yê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê (Ger Bedrson) bicive.
Desteyê herweha belav kir, şanda wan dê li Cinêvê encamên Gera 12an a danûstandinên Astana û awayê aktîvkirina proseya siyasî li Sûriyê bi serperiştiya Netewên Yekgirtî gengeşe bikin.
Rojên 25 û 26ê meha bûrî, gera 12an a danûstandinên Astana li welatê Kazaxistanê birêve çû, bê ku ti rêkeftinek derbarê destûrê Sûriyê û aktîvkirina proseya siyasî bê kirin.