Bi egera rewşa xirab, xelk ji Kempa Rukban derdikevin

Navenda hmêmîm ya li hevhatna Rusî li Sûryê ragehand, bêtir ji hezar û 300 awareyên Sûrî ji kampa Rukban derketine.

K24- Hewlêr

Navenda hmêmîm ya li hevhatna Rusî li Sûryê ragehand, bêtir ji hezar û 300 awareyên Sûrî ji kampa Rukban derketine.

Rêveberê navenda Himêmîm ya li hevhatna Rusî ser bi wezareta berevaniya Rusyê ve  Fîktor Kupçîçîn di Kongreke rojnamavanî de raghand , bêtir ji hezar û 300 kesî ji kampa Rukban a ser sînorê  Ûrdinê û Sûryê derketin  hatin veguhestin bo dever û navendên vehewandinê yên di bin destê hikumeta Sûryê de.

Li gor rêveberê navendê , ji dema vekirna dergehê Cilêxim jiber rewşa miroviya xerab di hindrê kampê de  bêtir ji 9 hezar kes ji kampê derketine û xwe gihandine deverên dibin destê hikumetê de li Şamê.