Bi egera rewşa xirab, xelk ji Kempa Rukban derdikevin
Navenda hmêmîm ya li hevhatna Rusî li Sûryê ragehand, bêtir ji hezar û 300 awareyên Sûrî ji kampa Rukban derketine.
K24- Hewlêr
Navenda hmêmîm ya li hevhatna Rusî li Sûryê ragehand, bêtir ji hezar û 300 awareyên Sûrî ji kampa Rukban derketine.
Rêveberê navenda Himêmîm ya li hevhatna Rusî ser bi wezareta berevaniya Rusyê ve Fîktor Kupçîçîn di Kongreke rojnamavanî de raghand , bêtir ji hezar û 300 kesî ji kampa Rukban a ser sînorê Ûrdinê û Sûryê derketin hatin veguhestin bo dever û navendên vehewandinê yên di bin destê hikumeta Sûryê de.
Li gor rêveberê navendê , ji dema vekirna dergehê Cilêxim jiber rewşa miroviya xerab di hindrê kampê de bêtir ji 9 hezar kes ji kampê derketine û xwe gihandine deverên dibin destê hikumetê de li Şamê.