Rûsya: Me êrîşeke ser navenda Himêmîm li Laziqiyê têkşikand

Wezaret a berevanîya Rûsyayê ragihand, wan hewleke êrîşkirinê li ser navenda Himêmîm li Laziqiyê têkşikand.

K24- Hewlêr

Wezaret a berevanîya Rûsyayê ragihand, wan  hewleke êrîşkirinê li ser navenda Himêmîm li Laziqiyê têkşikand.

Rêveberê navenda Himêmîm jbo lihevhatinê Vîktor Kopîtçîçîn di daxuyaneykê de raghandye, duh navenda wan a Himêmîm ji alyê komên çekdar ve hate armanc kirin .

Li gor daxuyanîya wezaretê, ew êrîş li bajarokê Qel'et Elmedîq bûn, lê tevahya êrîşan hatin têkşikandin û ti zyanên canî û madî  jê peyda nebûn.

Berî niha navenda Himêmîm ragihandibû ku ji  destipêka Nîsanê û heta neha çekdarên  li gundewarê Hemayê 12 caran êrîşî Himêmîm kirne lê tevahya êrîşên wan hatine  ji navbirin.