Rûsya: Me êrîşeke ser navenda Himêmîm li Laziqiyê têkşikand
Wezaret a berevanîya Rûsyayê ragihand, wan hewleke êrîşkirinê li ser navenda Himêmîm li Laziqiyê têkşikand.
K24- Hewlêr
Wezaret a berevanîya Rûsyayê ragihand, wan hewleke êrîşkirinê li ser navenda Himêmîm li Laziqiyê têkşikand.
Rêveberê navenda Himêmîm jbo lihevhatinê Vîktor Kopîtçîçîn di daxuyaneykê de raghandye, duh navenda wan a Himêmîm ji alyê komên çekdar ve hate armanc kirin .
Li gor daxuyanîya wezaretê, ew êrîş li bajarokê Qel'et Elmedîq bûn, lê tevahya êrîşan hatin têkşikandin û ti zyanên canî û madî jê peyda nebûn.
Berî niha navenda Himêmîm ragihandibû ku ji destipêka Nîsanê û heta neha çekdarên li gundewarê Hemayê 12 caran êrîşî Himêmîm kirne lê tevahya êrîşên wan hatine ji navbirin.