Navçeyên bakura rojava ya Sûryayê hevrûşî tundtirîn êrîşan dibe

Hevahengkarê Netewên Yekbûy ji bo bakura mirovî raghand, niha navçeyên bakurê rojava ya Sûryayê hevrûşî tunditrîn êrîşan dibe bi dirêjahîya van 15 mehên burî. Bi gotna wî, hêzên Rûsyayî û Sûryayî dest bi operasyonên tund kirine li wan navçeyan.

K24- Hewlêr

Hevahengkarê Netewên Yekbûy ji bo bakura  mirovî raghand, niha navçeyên bakurê rojava ya Sûryayê hevrûşî tunditrîn êrîşan dibe bi dirêjahîya van 15 mehên burî.  Bi gotna wî, hêzên Rûsyayî û Sûryayî dest bi operasyonên tund kirine li wan navçeyan.

Li gor mêdya dijberî ya Sûryayê jî, di rojekê de 17 kesên sivîl bûne qurbanî yên êrîşên artêşa sûryayê û Rûsyayê li gundewarê Idilbê.

Êrîşên artêşa Sûryayê û Rrûsyayê li ser gundewarê Idilb û Hemayê berdewamin. Li  gor Netewên Yekbûy 15 mehên bûrî ve, ev tundirîn êrîşin ji.

Hevahengkarê Netewên Yekbûyî bo karûbarê mirovî raghand hêzên Rûsyayî û Sûryayî operasyonên xwe li bakurê rojava yê sûryayê tund kirine û ev tunditrîn êrîşe ji dema ragehandna  destinîşankirina wê navçeyê weke navçe ya Nehêlana çek.

LI gor wî berpirsê netewên Yekbûy dibistan, navendên tendrustîyê û chên niştîcîbûnê bi bermîlên teqîner  hatne armanc kirin .

Li gor Berevanî ya Sivîl navendeke wan li kefernibûdê li bakurê Himsê ji alyê topavêjên artêşa Susryayê ve hate armankirin û di encamê de karmendek  wan brîndar bû û navenda wan jî ji kar kevt..

Mêdya dijberya Sûryayê belav jî kirîye, ku di yek rojê de 17 kesên sivîl bûn qurbanîyên êrîşên artêşa Sûryayê û Rûsyayê li gundewarê Idilbê,  û pêleke awarebûnê ber bi xalên çavdêryê yên Tirkîyayê û sînorê Tirkîyayê ve destipêkirêye.

 di gera dwazdemîn ji astanayê de ku di heftya bûrî de brêve çû, rewşa parêzgeha Idilbê hate gotûbêjkrin, Rûsyayê tekez kiribû ku êrîşên wan li dijî Tehrîr Elşam li Idilbê wê berdewam bibin. Peyivdarê  şanda dijberya Sûryayê jî raghandibû, ku li Astanayê ew li ser birêveçûna gerên hevbeş ên Turkîya û Rûsîya li  derdora Idilbê û Hemayê rêkkevtine û biryar bû ew ger li despêka Gulanê destpêkiriba; lê ji dêla wan geran êrîşên Rûsyayê û artêşa Sûryayê tundtir bûn.