Emerîka :Hevdîtinên Me li ser pirsa Suryê, bi Tirkiyê re erenî bûn û danûstandin jî dê berdewam bin
Hevdîtinên Ceymis Cêfrî û berpirsên Tirkiyeyê erenî derbaz bûye û gotûbêjên wan ên li ser Suriyeyê dê berdewam be.
K24- Hewlêr
Hevdîtinên Ceymis Cêfrî û berpirsên Tirkiyeyê erenî derbaz bûye û gotûbêjên wan ên li ser Suriyeyê dê berdewam be.
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Suriyeyê Ceymis Cêfrî di dû rojên dawîyê de li Tirkiyeyê li gel Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar hevdîtin kirin. Balyozxane ya Amerîkayê ya Enqereyê eşkere kir ko hevdîtinên wan erenî derbaz bûye û her du alî endîşeyên xwe yên di derbarê Suriyeyê de ji hevûdu re eşkere kirine û dê danûstandinên wan berdewam bike.
Ji alîkî din ve Dêvîd Satêfêld, nazmetê Serokê Amerîkayê Donald Tiramp e ko bibe Balyozê Amerîkayê li Enqereyê. Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê namzetiya wî pesend kir.