Tirkiye: Jiber daxûyaniya Efrînê 11 doktor hatin sizadan
Li Tirkiyê, li dij Konseya Bijişkên Tirkiyê, jiber daxûyaniya wan a şerê Efrinê, ji bo 11 Doktoran, sizayê zindanê li wan hate birîn

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê, li dij Konseya Bijişkên Tirkiyê, jiber daxûyaniya wan ya şerê Efrinê, ji bo 11 Doktoran, sizayê zindanê li wan hate birîn.
Li Tirkiyê, Konseya Bijişkên Tirkiyê jiber daxûyaniya wan ya şerê Efrinê, ji bo 10 Doktoran nezî 2 sal û 1 Doktor jî, 3 sal û 3 Heyv, sizayê zindanê li wan hate birîn.
Ev 11 Endamên Yekitîya Bijişkên Tirkiyê, jiber 2 dozan, ku 2018an dijderketina dagirkrina Efrinê û ya din jî, jiber daxûyaniya roja aştiya cîhanê, hatin dadgeh kirin.
Di gilînemayê de tê diyar kirin, ku van doktoran "di navbera civakê de cudakarî û dujminahî kirin e" tê destnîşan kirin.
Endamên Yekitiya Bijişkên Tirkiyê, di roja 24ê Çile ya 2018an a dagirkirina Efrinê de gotibûn "Şer pirsgerekek tenduristi ya Civakê ye" û "Li Tirkiyê derfet hene, ku civakên me bi hev re, di nav aştiyê de bijîn".
C.B