Şam: Korbenda Eyn Îsa hevgihîştina xayinan e

Wezareta Derve ya Sûriyê Korbenda Eyn Îsayê bi hevgihîştina sîxor û xayinan binav dike û dibêje, ew korbend nûnertiya pêkhateyên Sûriyê nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Sûriyê Korbenda Eyn Îsayê bi hevgihîştina sîxor û xayinan binav dike û dibêje, ew korbend nûnertiya pêkhateyên Sûriyê nake.

Jêderekî dîplomasî ji Wezareta Derve û Koçberan ya Sûriyê ji ajansa fermî “SANA” ya Sûrî re ragihand, Korbenda Eyn Îsayê ya di bin kontrola mîlîşyayên girêdayî Amerîka de hatibû lidarxistin, piştî baykotkirina êlên Erebî yên seren, şikestin anî.

Got jî, ew grûpên ku ji netew û olên cuda yên li Eyn Îsa kom bûne, hevgihîştina xayinan e û nûnertiya pêkhateyên Sûriyê nake û tevî piştevaniya Amerîka û welatên rojava jê re, lê ew yek bicih nayê.

Hikûmeta Sûriyê herwiha ew korbend bi şano binav kir û daxwaz ji welatên rojava yên piştevaniya wê dikin kir, rêzê li biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên derbarê yekperçeyîya xaka Sûriyê de bigirin û tekeziyê li serwerî û serxwebûna Sûriyê bikin.

Herwiha daxwaz ji welatiyên bakur û rojhilata Sûriyê kir jî, rûbirûyî wan projeyan û aliyên ku piştevaniya wê dikin, bibin.

Korbenda Êlên Sûriyê ku tê de nêzîkî 70 Êlên Sûriyê û nûnerên hejmareke pêkhateyên Sûriyê, nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî û serkirdeyên Hêzên Sûriya Demokrat û Rêveberiya Xweser beşdar bûn duhî li bajarokê Ên Îsa bidawî hat.

Di daxûyaniya dawiyê ya wê korbendê de, tekezî liser yekîtiya xaka Sûriyê û bidawîkirina dagîrkirina Tirkiyê ji deverên bakûrê Sûriyê û Efrînê re hat kirin.

Herweha tekezî li berpirsiyariya hevbeş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û bidawîkirina şerê çekdarî û pêkvejiyana gelên Sûriyê, û avakirina Sûriyeyek demokrat, ne navendî - demokratî, herweha tekezî li destûrek Sûrî ya demukrat, ku nûneratiya hemû hêzên Sûriyê bike û giringiya berdewamiya şerê terorê hatin kirin.

Ji aliyekî din ve, beriya çend rojan jî, Êlên Êreb ên nêzîkî hikûmeta Sûriyê du korbend encam dabûn û daxwaz ji Erebên nav HSD de kiribûn, dest ji HSD berdin û tevlî Artêşa Sûriyê bibin.

 

S. B