Waşintun sizayên nû bi ser Îranê re disepîne

Koçka Sipî ya Emerîkayê ragehand: Rêvebrîya Donald Tiramp, serokê Emerîkayê, bi van nêzkan qefteyek din ji sizayan bi ser Îranê re disepîne.

K24- Hewlêr

Koçka Sipî ya Emerîkayê ragehand: Rêvebrîya Donald Tiramp, serokê Emerîkayê, bi van nêzkan qefteyek din ji sizayan bi ser Îranê re disepîne.

Ev gefa Koçka Sipî di demkê deye, ku her yek ji wezîrê derve yê Emerîka û Birîtanîyayê di kongireyeka rojnamevanîya hevpişik de ragehandibûn, Îranê hêj şîyana heye çekê navokî bi dest xwe ve bihîne.

Hevdem Emerîka niha hewil dide piştîvanîyê kom bike bi armanca sepandina sizayên zêdetir  bi ser Îranê.

Evro Îranê ragehand, ew pişkek ji rêkkevtina navokîya bicih nake ewa li gel welatên 5+1ê wajû kiribû.

Ev biryara Îranê jî, piştî wê yekê dihê ku Emerîkayê hijmareka sizayên nû bi ser Îranê re sepandin û rê nade ti welatek petrolê ji Îranê bikire.