Ewropa: Divê Rûsya û Tirkiyê rêkeftina Idlibê bicih bikin

Wezîra Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand, divê Rûsya û Tirkiyê xalên rêkeftina Sochi bicih bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand, divê Rûsya û Tirkiyê xalên rêkeftina Sochi bicih bikin.

Di berdewamiya tundiya êrîşên vê dawiyê yên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li ser gundewarê bakurê Hema û parêzgeha Idlibê de, bi sedan kes hatin kuştin û zêdetir ji 150 hezar kesî koçber bûn.

Federica Mogherini ragihand, bombebarankirina berdewam li ser dibistan nexweşxaneyan li bakurê rojavayê Sûriyê, binpêkirinek ji yasayên navdewletî re ye û nayê qebûlkirin.

Herwiha got: Gelek ziyanên canî ji encama wê êrîşê ketine û êş û azara xelkê zêde kiriye.

Mogherini tekez kir, ji ber ku Rûsya û Tirkiye du endamên gerentîker ên rêkeftina Sochiyê ne, divê gerentiya bicihkirina vê rêkeftinê bikin.

Roja 17ê Îlona 2018an Rûsya û Tirkiyê li ser avakirina “Herêma bêçek” li Idlibê bi ferehiya 15 – 20 K.M di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û grûpên Îslamî de rêkeftinek îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, divê Tirkiye fişarên xwe bike û grûpên Îslamî û çekên û çekên giran ji wê herêma bêçek vekişîne.

Mogherini hişyarî da û got: Tundiya asta şer li wê navçeyê kedên Şanderê Navdewletî ya ji bo Sûriyê Geir Pedersen lawaz dike, ku hewla dide ji nû ve danûstandinên Cenêvê bide destpêkirin.  

 

S. B