Pompeo daxwaz ji rojava dike tevlî sizayên li Îranê bibin
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo daxwaz ji welatên rojava kir, piştevaniyê li sizayên Amerîla li ser Îranê bikin û bibin beşek ji wan sizayan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo daxwaz ji welatên rojava kir, piştevaniyê li sizayên Amerîla li ser Îranê bikin û bibin beşek ji wan sizayan.
Pompeo li Brîtanya ji rojnameya “Daily Telegraph” re ragihand, pêşketina nimûneyî ew e, hemû welatên rojava girêdayî sizayên li ser Îranê bin.
Got jî: Îran mafê xweşguzariyê gelê xwe, ji bo geşepêdana terorê û bedewamiya li ser taqîkirina mûşekên Ballistic û pêşxistina bernameya atomî, bikar tîne.
Amaje bi wê de, sepandina sizayan li ser Îranê, rê li pêş gelê Îranê xwe dike, ji bo demokrasiyê bidest bixe. Washington nexwaze ziyan bigihe gelê Îranê, belkû armanca wê ew e, Îran wek welatekî asayî riftarê bike.
Piştî ku Washingtonê di vê mehê de beşeke din a sizayan li ser Îranê sepand, Tehranê bersiva wê da û vekişandina ji hin bendên rêkeftina atomî ragihand.
S. B